PIŞTÎ KAPÎTALÎZM ÇI HEYE?

Sîstema koperatîva
Erdê
ji bo aboriya adîl

Faircoop Beginner guide

# Tevgera me çiye?

Proseyek ya nirxên dîrokî ye, ji bo avakirina civakek bikare xwe rêve bibe, li ser bingeha xweserîyê ye û ji bo ji holê rakirina hemî formên desthalatiyê: dewlet, kapîtalîzm, û hemî formên din yên ku bandorê li têkiliya di navbera mirov û jîngehê de çêdikine. Xwe li ser tevgera wijdanî, kesî û kolektîv ava dike. Ji bo dubare paşve anîna nirx û yeksaniyan ya jiyanek hevbeş hewl dide. Li ser bingeha avahîsaziyên nû ye û formên xwe rêxistinkirinê di her qadek ya jiyanê de bi armanca dilniyabûna di biryar dayîn û yeksaniya civînan de, evane pêwîstiyên me yên bingehîn û jiyanîne.

Em hinek caran ferman ji hikumetan napejirînin. Hinek caran ev erka me ye, ji ber ku qanûn hemberî gele. Ji bo vî fêm bikin, em cudahiya navbera qanûnî (fermî) û adîl dibînin. Çend qanûnên dewlet ne adîlin. Ev bin destdhilatdariya dewlet wisa ye. Mînak, dema dewletek pereya komînal ji bo şer û êrîşên 'qanûnî', an jî dijî civak bi kar tîne, em vê napejirînin.

Em bingehan awayên koperatîv dişopînin û piştgirî dikin, ji ber ku hêza wan ji endam tê, û nirxên wan birayetî, xweseriya xwe, wekhevî, demokrasî, û piştevanî ne. Her kes dikare li ser biryar û polîtîkayên pêkanîna çalak û wekhev beşdar bibin. Milkiyeta me, piranî bi rêjeya zêdekirina pereyê me yê ferkoyn, di pêşveçûna ekosîstem û projeyên FC de tê veguhestin. Bi vê rêyê beşdar dikare xwe bigehîne amêrên kesî yên bihêztir û bi berdewam bigihe tora mezinbuna malan-berheman û di Aboriyek Adîlane de xizmetê bike.

Armancek ya me, rêxistina bênavendî ji bo modela biryar û role. Bi rêya belavkirina teknolojiya me yek xala binketî berbibînin, yanî desthiltdar nikare me bigire. Em dixwazin zelal bikin ku hemî beşdar dikarin bê bindestî û bi azadî biaxivin, fikrên hevpar, xebatên li ser projeyan an nirxan veguhêzin. Belavkirina hêza siyasî û aborî, bi hev re bi zelaliya radîkal, nebaşkaranîna ji rol bi berjewendî yekane disekine û ji ber vî qelpezanî, bertîlgirî û desthilatdarî nabe.

Bingeha modernîta kapîtalîst sîstema dewlete, û bingeha wê serdama baveksalarî û hiyerarşîke, ku kûr xwe avêtibû nava civakê, piştî sedsalan ku mirov ser mirov bindest kirin, cara yekemîn di dîrokê de, hişmendiya siyasî, kêmbûna aboriya kapîtalîst û teknolojiya kriptografiya p2p bi hev re qabul dipejirînin ku em alternatîfên cidî û rastî ji modela rêveberiya heyî re çpdikin. Pergalek aborî ya hevkariya cîhanî ji me re sûkên azad dide, û ev pêngavek mezine. Heke ev bi hev re bi sîstemeke nirxên exlaqî û azadî ya berbiçav re bibe yek, û bi protokola biryara demokratîk re xwebigehîne hevdu, ewê hêdî hêdî bibe rastî. Heger tu bawer dikî ku jiyan ji derveyê dewletê dibe, vaye FairCoop tevlî bibe.

Rêya me lihevhatin e

Rêbaza me bixwîne

Vekirina Meclîsan û Lihevhatin

Di vekirina meclîsan de, civat ango komîn biryarê dide ka çawa xwe bigehînin serkeftinên me. Herkes dikare tevilbun çêke û ji bo pêşketin, guhertin û projeyan pêşniyaran bike ka çawa dikare xebatê bimeşînin. Dema pêşniyarek bi lihevhatinê di raya komînê re derbaz bû, wê demê pêşniyarker û desteyên peywendîdar wê bikevin nava bizavê de. Em bi vê rêyê rêxistinbûna civînên cihanî yên li ser xetê û civînên nodên herêmî (NH) yên bi fizîkî çêdikin.

Xwe Rêxistinkirin û Belavkirina Nirxan

Ekosîstema FairCoop xwe bi rêya Koparatîvîzma Vekirî rêxistin dike. Herkes dikare bi raman û kêrhatinên xwe yên kesî têde beşdarî bike, berpirsyartiyên proaktif (çalakane) bigre ser milê xwe, bi vî awayî alîkarî bide mezinbuna vê bizavê. Li ser bingehê amêrên me yên nû û hevkarî [LINK|Platforma Hevkariya Vekirî] beşdar yan dikare demjimêrên xwe bi dilxwazî bikarbîne anjî ji faircoin derkeve ji bo pêwîstiyên wana bicih bîne. Bi vê rêyê em wan kesan xelat dikin ku bi xebata xwe nirxek rastî tînin nava FairCoopê û belavkirina nirxan bi rêyek adîlane û ne navendî tê encam dan.

Rêbaza me bixwîne

Em FairCoin

FairCoin

FairCoin (ferkoyn) cûrepereyek ehlaqî yê dijîtale, ji aliyê nirxên ekosîstema FairCoinê ve tê meşandin û ji aliyê bizavek koperatîva mezin ya cîhanî ya mezin-lez ve tê piştgirîkirin . Ew ne navendî ye, wek bi her cûrepereyên din yên krîpto , di heman demê de nûbînên radîkal cih bi cih dike daku wê bi mercên jîngehî re bike yek, herwuha mezinbuna nirxê sabît , bazirganiya ehlaqî , tomarkirin û fînansekirina derfetan pêktîne. Pêşketina wê girêdayîye bi afirandina sîstemek aborî ya adîlane ya cîhanî ku ji bo cîhanê bê damezrandin.Faircoin

ji bo

Aborîya Çemberî (Bazinî) avabikin

Em li derdora FairCoinê aborîyek berhemdar û rasteqîn ava dikin, em bi afirandina çemberî ya bikaranîna berhem û xizmetguzariyan re yan di asta herêmî anjî cîhanî de vê pêktînin. Herî zêde bazirgan, dukkan û berhemhînerên seranserê cîhanê baweriya wan bi FairCoin tên weku malek yê bazarkirinê, bi sûdmendiya ji nirxê wê yê xwegir-sabît û amêrên cuda cuda yên serbest û vekirî ji bo wê hatine dizaynkirin û piştgiriya wê dikin.

Fairmarket ferkoyn derdora cîhan

# Nodên Heremî

Derve vîzyona cîhanî, gelek Nodên Heremî ji tora FCê re tên zêdekirin li seranserê cîhanê û evane ji bo serkêşiyên heremî, grup û mirovan têkilî bi vê ekosîstemê re bikin erk digrin û bihêz dikin. Ev pêwendiyek berbiçave ji bo armancên FC raste rast di komînan de pêkbîne. Ew torê alîkariya hevpeymanî ye, hatiye avakirin ji bo sîstema aboriya me belavbikin di asta cîhanî, di asta avakirina baweriya heremî û piştgiriya çalakiya aborî ya rast de ye.

Tor ku mezin dibe mêzeke
How to create a local node

# Pêşketina me heta niha

  • Diravê nû, ewle, ekolojîk çêdike û her roj bikartînin (FairCoin)
  • Tora cîhaniya nodên heremî ku zû mezin dibe destpêkir
  • Çarçoveyeke koperatîva Ewropî vekiriye (FreedomCoop)
  • Banka koperativ ya hevbeşan avakiriye (Bank of the Commons)
  • Sûkekî ser internetê (FairMarket) û platforma hevkariyê (OCP) avakiriye
  • Hêj me hevdu ne dayî ;)